Hindistanê ji ber bandora serê Rûsyayê, hinardekirina genimî qedexe kir
PeyamaKurd-Rayedarên Hindistanê ragihand ku piştî şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, ji bo hevsengiya buhayên navxweyî, hinardeya genim hatiye qedexekirin. Hat ragihandin ku yek ji armancên qedexekirinê ew e ku buhayên zêde yên nav welêt bên kontrolkirin.
Ji Hindistanê ragihandin ku ji bo hevsengkirina buhayên navxweyî, hinardekirina genim hatiye qedexekirin. Hat diyarkirin ku ji ber qedexekirina Hindistanê û zêdebûna buhayan ên ji ber hişkesaliyê, dibe ku buhayê genimî li seranserê cîhanê hîn zêdetir bibe. Hindistanê jî li ser hegera buhabûnê biryar daye ku hinardeyê bi temamî qedexe bike û bi vî awayî pêdiviyên navxweyî dabîn bike.
Hat ragihandin ku nirxê genimî li seranserê cîhanê, herî kêm ji % 40 zêde bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin