Serokkomarê Sirbîstanê: Ewropa xwe ji bo serê Rûsyayê amade dike

23 July 2024 15:27 0 dîtin
Serokkomarê Sirbîstanê: Ewropa xwe ji bo serê Rûsyayê amade dike

PeyamaKurd - Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucic daxuyaniyeke balkêş da û angaşt ku welatên rojava xwe ji bo şerê bi Rûsyayê re amade dikin.

Vucic di derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de ji kanaleke televîzyonê re axivî. 

Vucic, anî ziman ku welatên rojava niha ji bo şerekî rasterast ê bi Rûsyayê re ne amade ne û ji ber vê yekê dixwazin bi hin rêbazên din şer ji dûr ve bimeşîne. 

Aleksandar Vuvic got: “Gelo ew ê amade bibin? Niha ne amade ne, lê belê ez difikirim ku ew ê xwe amade bikin. Ew xwe ji bo şerekî bi Federasyona Rûsyayê re amade dikin û bi her awayî, têra ku hin alî dixwazin jî bi leztirin. Em vê yekê ji amadekariyên wan ên leşkerî dizanin û em dizanin ku çawa pêşde diçin. Ez dixwazim ji we re vê jî bibêjim; ew amadekariyên şerekî leşkerî dikin.” 

Vucic anî ziman ku heta ku rojavayî nemirin, wê ne xema wan be ku çend Ûkraynayî mirine û got: "Sedemê vê yekê jî ev e ku Rûsya xwedî neft, gaz, fosfat, zêr, zîv û her tiştê pêwîst e."