Peskov: Amadekariyên serdana Pûtîn a Tirkiyeyê dewam dikin

23 January 2024 19:29 0 dîtin
Peskov: Amadekariyên serdana Pûtîn a Tirkiyeyê dewam dikin

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku pêvajoya amadekariya serdana Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a Tirkiyeyê dewam dike û got, "Têkiliyên di asta bilind ên navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di rojevê de ne."

Peskov li ser mijarên rojane yên li paytext Moskowayê daxuyanî da rojnamevanan.

Peskov diyar kir ku ji bo ziyareta Pûtin a Tirkiyeye amadekirina pevajoya amadehiye dewam dike û wiha axivi: "Pêwendiyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê yên di asta bilind de di rojevê de ne û amadekarî tên kirin. Dema ku her du serok li ser dîroka serdanê li hev bikin em ê we agahdar bikin."

Peskov amaje bi wê yekê kir ku artêşa Rûsyayê danê sibê li dijî paytexta Ukraynayê Kîev û bajarê Xarkovê êrîşek pêk anî û wiha got: "Ev ne bersiva êrîşa artêşa Ukraynayê ya dawiya hefteyê li Donetskê ye û di encamê de 28 kes mirin.

Peskov got, "Em operasyona leşkerî ya taybet didomînin, lê berevajî tiştên ku rêveberiya Kîevê dike, artêşa me li saziyên civakî, taxên sivîlan û sivîlan naxe. Ev yek artêşa me ji artêşa rêveberiya Kîevê cuda dike."