Pûtîn pistî 23 rojan dîsa serdana Tirkiyeyê dike
Peyamakurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn 19ê Mijdarê piştî 23 rojan careke din serdana Tirkiyeyê dike.
Cîgirê Serokê Rûsyayê Yuriy Uşakov ragihand ku Pûtîn ji bo temamkirina beşa deryayê ya xeta boriya gaza siruştî ya Herka Tirk 19ê Mijdarê diçe Stenbolê.
Tê çaverêkirin di vê serdanê de Pûtîn ligel hevtayê xwe yê tirk Recep Tayyîp Erdogan jî bicive.
Pûtîn 27ê Cotmehê li Stenbolê beşdarî lutkeya Sûriyê ya di navbera welatên Fransa, Almanya, Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hatibû bûbû, li ser çareserkirina krîza Sûriyê û Idlibê encamnayek hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin