Îdia: Netanyahu, hewil dide bi Erdogan re hevdîtinekê bike
PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Îsraîlê de hatin ragihandin, Ofîsa Serokwezîrtiya Îsraîlê hewil dide ku ji Erdogan ji bo Netanyahu daxwaza hevdîtinê bide herêkirin.
Li gorî nûçeya Kanal 12 Newsê, ji bo serdan û hevdîtina Ofîsa Benjamîn Netanyahu û ofîsa Receb Tayîp Erdogan, gotûbêjên pêşketî berdewam in.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku çavkaniyekî pilebilind ê dîplomatîk ê Îsraîlê piştrast kir ku têkilî di qonaxeke pêşketî de ne. Çavkaniyên din ên dîplomatîk ragihandin ku Erdogan tenê dê hevdîtinê bike ku ew qane bibe ku Netanyahu dê di mijarên aborî de agahiyan bîne.
Piştî aloziya bi salan, Îsraîl û Tirkiyeyê sala borî bi fermî ragihand ku ew ê bi vegerandina balyoz û konsulan têkiliyên xwe asayî bikin.
Her wiha di çarçoveya asayîbûna têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê de Wezîrê Derve yê Îsraîlê Eli Cohen di meha sibatê de bi Serokomarê Tirkiyeyê re hevdîtin kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin