Emmanuel Macron, ji Mesûd Pezeskiyan xwest ku li herêmê asta gengeseya leskerî daxîne
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron di rêya telefonê de ji serokkomarê Îranê Mesûd Bezeşkiyan xwest ku ber li gengeşiyê bigre û ji destê wî çi were bike.
Ragihandina axaftina telefona navbera her dû lîderan ji aliyê Koşka Elysee ya Fransayê de hat kirin. Di ragihandinê de hat gotin:
“Macron, ji zêdebûna gengeşeyê ya li herêmê bi endîşeye, zêdekirina gengeşê ne di berjewendiya ti kesê de ye û bang kir çi ji destê Pezeşkiyan were, di mijarê de bike. Divê mirov dest ji eqlê tolhildanê berde, sîvîlan biparêze û divê Îran desteka ku dide wan aktorên ku îstîqrarê xerab dikin, banga aramiyê li wan bike.
Macron, her weha dê heman peyamê bigihîne aktorên li herêmê, terefdarê agirbesa li Xezzayê ye û naxwaze li Lubnanê tevlihevî bibe.”
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku eger Îran li gor berpirsiyariyên xwe yên navdewletî bimeşe, Fransa dixwaze xebatê bike da li herêmê çareseriya siyasî bike da li herêmê aştî û ewlehî bibe.
Macron her weha ji hemkarê xwestiye ku Fransizên li Îranê girtîne wan berde û dê di babetê de bendewar be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin