Sîrwan Barzanî: Di oparasyona li dijî DAISê de Pêsmergeyek bi sivikî birîndar bû û du DAISî hatin kustin
PeyamaKurd – Serperiştyarê Mihwerê Guwêr – Mexmûr ê hêzên Pêşmerge diyar kir, li navçeyên di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de oparasyonek li dijî terorîstên DAIŞê hat kirin û tê de 2 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Sîrwan Barzanî li ser Facebookê da zanîn, do berbangê hêza Pêşmergeyên eniya 6 di valahiya di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de li bakurê çiyayê Qereçûxê oparasyonek li dijî terorîstên DAIŞê pêk anî.
Di berdewamiyê de Sîrwan Barzanî destnîşan kir: “Di dema lêgerîna 3 şikeft û tunelan de, rûbirûbûn di navbera Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de çêbû. Pêşmergeyek bi sivikî birîndar bû û du terorîst hatin kuştin. Herwiha kelûpelên terorîstan ketin destê Pêşmerge.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin