Sîrwan Barzanî: 12 binke û sikeftên DAISê li çiyayê Qereçûxê hatin bombebarankirin
PeyamaKurd – Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) Sîrwan Barzanî diyar kir, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hevkariya hêza Pêşmerge, 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin.
Fermandarê Mihwerê 6 (Giwêr - Mexmûr) Sîrwan Barzanî da zanîn, di 12 saetên borî de, bi hevkariya hêza Pêşmerge, 12 binke û şikeftên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê rûxandin.
Çend roj in operasyonên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, bi hêza Pêşmerge li dijî binke û cihên veşartinê yên çekdarên DAIŞê li çiyayê Qereçûxê destpê kirine.
Fermandarê Mîhwera Giwêr – Mexmûrê do destnîşan kiribû: “Ev operasyon, dê berdewam bin, da ku terorîst nikaribin li tu derekê cih bigrin û bibin cihê metirsiyê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin