Sîrwan Barzanî: Wê tûgayên hevpar li herêmên ku ISID aktîfin bên bicîhkirin
PeyamaKurd – Fermandarê hêzên Pêşmerge yên eniya 6em Sîrwan Barzanî ragihand ku hinek hucren IŞIDê li Çiyayê Qereçoxê mane û tûgayên hevpar yên bi artêşa Iraqê re bên avakirin wê li herêmên ku IŞID lê hene bên bicîhkirin. Fermandarê Pêşemrge yê eniya Gwer-Mexmûrê Sîrwan Barzanî tevlî bernama Rûdawê bû û pirsan bersivand. Sîrwan Barzanî got:
“IŞID qels bûye lê daîma di nav tevgerê de ye. Li Çiyayê Qereçoxê bi hereke ye. Ev, ji bo herêmê qelsiya ewlehiyê ye. Temamê herêmê ji IŞIDê temîz nebûye. Li herêmê kes hene ku destekê didin IŞİDê.”
Barzanî li ser tûgayên hevpar yên bi artêşa Iraqê re got:
“Perwerda xwe temam kirine û îhtîmal heye ku yek ji wan li cepha 6em bicîh bikin. Berê li benda budçê bûn. Niha pirsgirêkên wan tinene. Perwerda wan qediya û amade ne ku wezîfê bikin. Di navbera wezareta Pêşmerge û wezareta bergiriyê ya Iraqê de komîta hevpar heye. Tûgay wê li ciyên ku IŞID bi tevgerin bên bicîhkirin.”
Barzanî ragihand ku hê jî di nav IŞIDê de xelkê biyanî hene û piraniya wan ji derve tên. Li Qereçoxê tunel û şikeft hene, Ji wan fêde dibînin û li wê derê dimînin. Sîrwan Barzanî weha dewam kir:
“Hêzên koalîsyonê şêwirmendiya Pêşmrege dikin. Bi dana agahiyan gelek yarmetiya me dikin. Çekan didin hêzên Pêşmerge û hinek mehaneyên Pêşmerge ew didin.”
Sîrwan Barzanî got ku ji bo baregeha PDKê ya Kerkûkê bidin partiyê hewlên ciddî hene. Ji dagera Kurdan û PDKê ya Kerkûkê gelek ditirsin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin