Sîrwan Barzanî li ser gundên di ber xala 140 an de axifî

02 November 2022 02:30 0 dîtin
Sîrwan Barzanî li ser gundên di ber xala 140 an de axifî

PeyamaKurd – Fermandarê pêşmergeyên cepha Gwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî li ser ewlehiya gundên ku di ber xala 140an de ne an ku di derveyê rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne axifî û got:

“2 tûxayên hevpar eger dest bi wezîfê bikin, gundên di nav sînorên xala 140an de ne, wê pirsgirêka wan ya asayîşê çareser bibe. Piraniya kesên ku di nav sînorên xala 140an de dijîn bi sedema ewlehiyê û ji ber di herêmê de hûzûr tine, cîh û warên xwe terk kirine.

2 tûxayên hevpar yên hevpar yên artêşa Iraqê û Pêşmerge, dema dest bi wezîfê bikin, wê li van deveran rewş biguhire û baş bibe. Wê li van deveran asayiş û aramî çêbibe û xelk bikaribe dagere ser axa xwe. Ji ber hêzên ewlehiyê yên Iraqê têr nedikirin, hukumeta Iraqê nikaribû asayîşa van gundan temîn bike. Tenê li ser rêyên reîsî binkeyên kontrolê hene. Ji ber nebûna ewlehiya canî xelk ciyên xwe terk kirin.

Hukumeta Iraqê soz da ku wê her 2 tûxayên hevpar di wexteka kurt de dest bi wezîfê bikin û ji wan re budçeyê temîn bikin.”