Sîrwan Barzanî, li ser Hesdî Seibî axivî: Li dijî rêkeftinan e!

05 October 2023 15:30 0 dîtin
Sîrwan Barzanî, li ser Hesdî Seibî axivî: Li dijî rêkeftinan e!

PeyamaKurd- Fermandarê Eniya Guwêr-Mexmûrê Sîrwan Barzanî tekez kir ku avakirina Heşdî Şeibî tiştekî xirab e û li dijî rêkeftinan e.

Sîrvan Barzanî diyar kir ku pêwendiyên di navbera Pêşmerge û hêzên hevpeyman de baş in û proseya yekxistina Hêzên Pêşmerge berdewam e.

Fermandar Sîrvan Barzanî da zanîn ku hemahengî ligel hêzên leşkerî yên Iraqê heye û di demeke nêzîk de dê du lîwayên hevbeş li navçeyên ku metirsiyên ewlehiyê hene bên bicihkirin.

Damezirînerê Heşdî Şeibî Adem Cuma herî dawî ji K24ê re axivîbû gotibû ku “Hêza 150 kesî ya ku di sala 2020î de li Kerkûkê hatiye avakirin, dê careke din fermî bibe û di rojên pêş de jî dê ev hewildan berdewam bin.”

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hin fermandarên Heşdî Şeibî herî dawî li Kerkûkê ji bo avakirina Heşdî Şeibî ya Kurd ku niha ji 150 kesan pêk tê û hejmara wê zêde dibe, civînek li dar xist.

Hat gotin ku wan li ser sînorê navbera navçeya Şiwan û Leylan a Kerkûkê navendeke leşkerî ava kiriye û hêzên ku hatine avakirin rasterast ferman ji Heşdî Şeibî wergirtine.