Hin komên Hesdî Seibî nehistin agirê Newrozê li Xaneqînê were pêxistin

21 March 2025 09:33 0 dîtin
Hin komên Hesdî Seibî nehistin agirê Newrozê li Xaneqînê were pêxistin

PeyamaKurd – Hin komên Heşdî Şeibî nehiştin kurdên Xaneqîn agirê Newrozê pêxin û nehiştin li bajêr pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin.

Li gor zanyariyên ku doh Berpirsê Ofîsa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê ya Xaneqînê Huseyîn Xelîl ji K24ê re ragihandiye, hin komên Heşda Şeibî ku êrişî pîrozbahiya Newrozê li wî bajarî kiribûn, rê nedan Kurdên Xaneqînê agirê Newrozê pêxin û nehiştin pîrozbahiyên Newrozê li bajêr bên lidarxistin.

Huseyîn Xelîl anî ziman ku astengî û zehmetî hestên Kurdewariyê sar nekirine û bi hev re meşa Ey Reqîb û Newrozê gotine.