Li Enbarê rêveberekî Hesdî Seibî hat kustin

24 April 2022 22:22 0 dîtin
Li Enbarê rêveberekî Hesdî Seibî hat kustin

PeyamaKurd- Rêveberekî Heşdî Şeibî, di encama teqînekê de hat kuştin. Hat ragihandin ku teqîn îro li çoltara Enbarê, ji ber bombeya çandî çêbûye.

Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Iraqê hatin ragihandin, îro li Enbarê di encama teqînekê de yek ji fermandarên Heşdî Şeibî hatiye kuştin. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, di encama teqînê de Cîgirê Fermandeya Lîwaya 19an a Heşdî Şeibî Ehmed Xalîd hatiye kuştin û 3 çekdarên Heşdî Şeibî jî di heman teqînê de birîndar bûne.

Hat zanîn ku Heşdî Şeibî li çoltarên Enbarê, li dijî rêxistina terorî ya DAIŞê operasyoneke nû daye destpêkirin. Hat diyarkirin ku teqîn di dema operasyona duyemîn a bi navê ‘Îradeya Polayî’ de pêk hatiye.