Rêveberekî payebilind ê Tevgera Hamasê hat kustin
PeyamaKurd – Rêveberekî payebilind ê Tevgera Hamasê, ji aliyê Îsraîlê ve li Şerîda Gazzeyê hate kuştin.
Çapemeniya Erebî diyar kir, do 16.10.2023yê endamê Polîtburoya Tevgera Hamas Usame Mezînî di bombebaraneke Îsraîlê ya li ser avahiyeke niştecîhbûnê li Gazzeyê hatiye kuştin.
Li gor zanyariyan, Mezînî sêyem endamê polîtburoya Hamasê ye ku ji destpêka şerê vê dawiyê li Gazzeyê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kuştin.
Ew rêveberê Hamasê wekî ku endamê polîtburoya Hamasê ye, heman demê de serokê encûmena şûraya giştî yê Tevgera Hamasê ye, berê jî wezîrê perwerde û fêrkirinê bû li hikûmeta Hamasê ya sala 2011ê pêkhatibû û sala 2014ê de bi dawî hatibû.
Hat zanîn ku Mezînî yek ji rêveberên Hamasê yên herî diyar bû ku di danûstandinên taybet derbarê dosya Cîlad Şalîd ê leşkerê Îsraîlî de beşdar bûye û ji aliyê Hamasê ve di sala 2011an de dîl hatibû girtin û wê demê li hember wî leşkerê Îsraîlê 1055 girtiyên ser bi Hamasê hatibûn azadkirin û rêkeftin li ser wê yekê di navbera Hamas û Îsraîlê de bi çavdêriya Misirê ve birêve çûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin