Rêveberekî Tevgera Sedir hat kustin

09 January 2022 17:42 0 dîtin
Rêveberekî Tevgera Sedir hat kustin

PeyamaKurd – Medya Iraqê ragihandiye ku rêveberekî Tevgera Sedir a Muqteda Sedir rêbertiya wê dike, li parêzgeha Mîsan (Emare) ya li başûrê Iraqê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeya malpera El Hedes doh 8ê Çileyê êvarî rêveberê Tevgera Sedir Muslim Êdan ji aliyê kesên nenas ve li navçeya Şîşan a parêzgeha Mîsanê hatiye kuştin.

Li aliyê din hêzên ewlehiya Iraqê jî dane xuyakirin ku şeva borî termê ciwanekî li navçeya Şîşan a naverasta parêzgeha Mîsan hatiye dîtin ku di bedena wî de cîhê guleyan hebûye.

Çavkaniyekî ewlehiyê piştrast kiriye ku termê wî ciwanî yê rêveberê Tevgera Sedir e û navê wî jî Muslim Êdan e û li navçeya Şîşan a parêzgeha Mîsanê piştî ku bi fîşekan hatiye kuştin ew avêtine wê derê.

Hatiye diyarkirin ku polîs termê kesê hatiye kuştin veguhestiye bo bijîşkê dadweriyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.