Fermandarekî payebilind ê çekdarên Tevgera Sedir hat kustin

08 May 2022 10:36 0 dîtin
Fermandarekî payebilind ê çekdarên Tevgera Sedir hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şeva borî fermandarekî Tevgera Sedir ê bi navê Ebas Dînar El Şuwelî li bajarê Mîsan ê Iraqê hat kuştin.

Li gorî medya Iraqê şeva fermandarê çekdarên Tevgera Sedir bi navê Ebas Dînar El Şuwêlî li bajarê Mîsan yê Iraqê hatiye kuştin û guman heye ew ji aliyê milîsên îranî ve hatibe kuştin.

Hat diyarkirin ku Şuwelî fermandarekî naskirî yê Tevgera Sedir bû.

Herwiha Malpera Sewtul Iraq jî ragihandiye ku dibe kuştina fermandarê Tevgera Sedir girêdayî kuştina Wîsam Eliyawî be ku serkirdeyekî şîe û girêdayî milîsên Esayîb Ehul Heq a girêdayî Îranê bû û du sal berê di xwepêşandanên Mîsanê de hatibû kuştin.