Pêsmerge û artêsa Iraqê dest bi qonaxa duyem a operasyonên hevbes dikin
PeyamaKurd - Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav fermandariya hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê Ebdulxaliq Teleq ragihand ku ew dê dest bi qonaxa duyem ya operasyonên hevbeş bikin.
Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re daye xuyakirin, ew du komîteyên ku biryar hatibû dayîn li Hewlêr û Bexdayê bên avakirin dest bi kar kirine û a got, piştî dest bikarbûna wan komîteyan emê dest bi qonaxa duyem ya operasyonên hevbeş bikin. Ew jî pêkanîna hêzeke hevbeş û bicihkirina wê hêzê li wan deverên ku vala ne.
Fermandarê Pêşmerge da zanîn, pêkanîna wê hêza hevbeş bo wê ye pêşiya dubare çalakbûna DAIŞê were girtin û terorîstên ku li wan devera ne jî bên şikandin.
Telet diyar kir ku destpêkê dê li parêzgeha Diyale hêza hevbeş were pêkanîn, paşê jî li Kerkûk û Mexmûrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin