Xeznewî pistî 18 salan vegeriya Rojavayê Kurdistanê û gotarek pêskes kir
PeyamaKurd - Şêx Murşîd Maşûq Xeznewî piştî 18 salan vegeriya Rojavayê Kurdistanê û bi şandeke zanayên ola Îslamê re çû serdana Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser.
Maşûq Xeznewî piştî kuştina bavê xwe yê zanayê navdar ê Îslamê Mihemed Maşûq Xeznewî di Gulana 2005an de ji aliyê rejîma Sûriye ve, neçar mabû ji Rojavayê Kurdistanê derkeve û li welatên diyasporayê bijî.
Pesnê Rêveberiya Xweser da
Xeznewî di serdana xwe ya Rêveberiya Xweser de, bal kişand ser hevkarî û hevsoziya hemû pêkhateyên herêmê û pesnê projeya Rêveberiya Xweser da.
Murşîd Maşûq Xeznewî got: “Rêveberiya Xweser mînakeke nû pêşkêşî navçeyê kir. Pêxember silavên Xwedê li ser bin, me dişibîne keştiyeke ji du qatan pêk tê, divê em lê miqate bin û ti kes wê qul neke, ji ber ku em dê hemû ji nav biçin. Hûn her gav û saetê me diparêzin. Em spasiya kar û xebatên we dikin. We karekî gelekî mezin kiriye lê rêya we hîn dûr û dirêj e.”
‘Divê gotara olî bê nûkirin’
Xeznewî piştre li bajarê Reqayê û li Mizgefta Ebû Hureyre tevî mela û kesayetên bajêr semînerek pêşkêş kir.
Xeznewî di semînerê de gotarek pêşkeş kir û got: “Doza girîng a ku em wê nîqaş dikin, nûkirina gotara olî ye û divê nêzîkî rewşa xelkê be, herwiha hewldana vekirina wan mînên ku di fikra xelkê de hatine çandin e, wek tundrewiya mezhebî, olî, fikrî, etnîkî û eşirî. Divê zanayên Îslamê li mizgeftan û li nav bazarê bi rola xwe rabin û çalakiyan di vî warî de bikin, ji ber ku pêwîstiya civaka me gelekî bi vê gotarê heye. Mixabin di salên borî de melayan dest ji rola xwe ya serekî berdabû, tenê karê xwe wek karmendekî hikûmetê li mizgeftê dikirin lê rola wan a sereke bi xwe çavdêrîkina civakê ye û çandina nirx û bihayên mirovî ye û şerê li dijî tundrewiya ku aliyê din belav kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin