Keçên Êzidî Leyla û Ronya pistî 6 salan vegeriyan Kurdistanê

10 May 2020 16:23 0 dîtin
Keçên Êzidî Leyla û Ronya pistî 6 salan vegeriyan Kurdistanê

PeyamaKurd - Herdu keçên Kurd ên Êzidî piştî 6 salan ji revandina xwe ya ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, hatin rizgarkirin û vegeriyan cem malbata xwe ya li Herêma Kurdistanê.

Leyla û Ronya du keçên Êzidî yên temen 17 salî ne û ji dema êrîşa ser Şingalê ve ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin. Piştî rizgarbûna wan, îro di deriyê sînorî yê Pêşxabûrê re vegeriyan cem malbatên xwe.

Li gorî nûçeya K24ê malbatên wan herdu keçikan li ber deriyê sînor pêşwazî li keçên xwe kirin.

3yê Tebaxa 2014an terorîstên DAIŞê êrîşî devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê kirin, bi sedan Kurdên Êzîdî kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên Êzîdî revandin û bi deh hezaran kes jî ji ber wan terorîstan koçber û penaber bûn.

Li gorî Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, hê jî çarenivîsa 2 hezar û 800 Kurdên Êzidî ne diyar e.