Pistî 7 salan Êzidî nikarin vegerin Singalê: 25 hezar zarok di kampan de ji dayik bûne

03 August 2021 17:04 0 dîtin
Pistî 7 salan Êzidî nikarin vegerin Singalê: 25 hezar zarok di kampan de ji dayik bûne

PeyamaKurd - 3yê Tebaxa 2014ê çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin û tevî komkujiyê bi hezaran kurdên Êzdî kuştin û revandin. Terorîstên DAIŞê jin û keçên Êzidî li bazaran firotin, bêserûşûn kirin û êş û azarên mezin dan civaka êzîdî.

Heta niha tevî rizgarkirina bi hezaran êzidiyan hê jî hejmarek zêde ji êzidiyên ji sala 2014an ve hatine bêserûşûnkirin agahî nîne.

Li gorî amarên Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan di sala 2014an de ji ber êrîşa DAIŞê 360 hezar Kurdên Êzidî ji Şingalê koçber bûne û piraniya wan di nav kampan de dijîn ku ew jî piraniya wan li parêzgeha Duhokê dimînin.

Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan eşkere kiriye ku li 14 kampên Kurdên Êzidiyan di heyama 7 salan de nêzîkî 25 hezar zorak ji dayîk bûne.

Sala borî ji bo vegera koçberên êzidî bo Şingalê û asayîkirina rewşa Şingalê rêkeftinek di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatibû îmzekirin, lê ji ber hebûn û xwesepandina PKKê û hêzên milîsên Heşda Şeibî hîn jî rêkeftin nehatiye bicihkirin û rêya vegerê li êzidiyên Şingalê yên kampên Kurdistanê venebûye.