Heniye: Kustina kurên min bandorê li daxwazên me yên agirbestê nake!
PeyamaKurd – Ji Serokê Hamasê Îsmaîl Heniyeyê ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li ser Xezzeyê de 3 kur û neviyên xwe ji dest da daxuyanî da. Heniye bal kişand ku ew paşde gav navêjin û got, "Kuştina kurên min wê bandorê li daxwazên Hamasê yên agirbestê neke."
Serokê Hamasê Heniyeyê ku di êrîşa Îsraîlê ya li Xezzeyê de kur û neviyên xwe ji dest da di daxuyaniya xwe ya ewil de wiha got: "Kuştina kurên min bandorê li daxwazên Hamasê yên agirbestê nake."
3 kur û hin neviyên Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Heniye dema ku Îsraîl li Kampa Penaberan a El-Şatî ya li rojavayê bajarê Xezzeyê wesayîtek diçû hedef girt, jiyana xwe ji dest dan. Li gor agahiyên ku ji şahidan hatin girtin, Îsraîlê wesayîteke ku gelek endamên malbata Heniyeyê ku diçûn Cejna Remezanê bi şêniyên Kampa Penaberan a El Şatî û xizmên wan re pîroz bikin kir hedef. Hat ragihandin ku di êrîşê de malbata Heniye jî di nav de hemû kesên di wesayîtê de bûn birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan.
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku di êrîşê de kurên Heniyeyê yên bi navê Hazim, Emîr û Muhammed û hin neviyên wî jî jiyana xwe ji dest dane.
Daxuyaniya ewil ji Heniyeyê ku malbata xwe winda kir hat. Serokê Hamasê Heniye diyar kir ku ew paşde gav navêjin û got, "Kuştina kurên min wê bandorê li daxwazên Hamasê yên agirbestê neke."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin