Debax: Xwestin ku kustina Heniye têxin stûyê Hewlêrê, lê plan bi ser neket

05 August 2024 16:10 0 dîtin
Debax: Xwestin ku kustina Heniye têxin stûyê Hewlêrê, lê plan bi ser neket

PeyamaKurd - Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax aşkere kir ku hin aliyan hewl dane ku Herêma Kurdistanê bi kuştina Îsmaîl Heniye tawanbar bikin û got: "Lê belê plana wan têk çû û rastî derketin holê."

Nazim Debax di hevpeyvîna xwe ya bi Ajansa Nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) de, di derbarê kuştina Serokê Baskê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye ya li Tehranê de agihiyên gring dan.

Debax got: “Kuştina Heniye, wê bibe sedema zêdebûna aloziyên navbera welatên ereb û cîhana Îslamî û Îsraîlê. Ev bûyer herwiha egera têkçûna hewldanên dîplomatîk ên ji bo pevguhertina dîl û girtiyan û ragihandina agirbesta li Xezzeyê ya navbera Hemas û Îsraîlê jî zêde kir.”

"Xwestin kuştina Heniye têxin stûyê Herêma Kurdistanê"

Debax da zanîn ku  hin alîyan ji bo domkirina şer û pevçûnên li herêmê, her tiştê ji destê wan hatiye kirine û got: "Hin aliyan hewl dan ku Herêma Kurdistanê jî têxin nav bûyera li Tehranê û gumanên şaş belav bikin ku hêrişa kuştina Heniye, çi bi mûşek û çi jî bi dron, têxin stûyê Herêma Kurdistanê. Lê belê ev plana wan bi ser neket û rastî derketin holê.”

Serokê Baskê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye, di 31ê Tîrmehê de piştî ku beşdarî merasima sondxwarinê ya Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bû, li mala xwe ya li Tehranê hate kuştin.

Artêşa Pasdaran a Îranê li ser bûyera kuştina Heniye ragihand ku li gorî lêkolînên wan, Îsraîlê bi avêtina mûşekeke kurtavêj a bi serikê teqemenî ya bi hêz ku giraniya wê heft kîlograme Îsmaîl Heniye kuştiye.

Pasdaran angaşt ku hêriş ji hundirê Îranê û bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hatiye kirin û got: "Ev hêriş bê tolhildan namîne. Îsraîl wê di dem û cihê guncav de bi şêwazeke giran berdêla vê hêrişê bide."