Ciwanên Îranê xwestin kustina Mahsa Emînî protesto bikin lê polîs nehist

20 September 2022 23:56 0 dîtin
Ciwanên Îranê xwestin kustina Mahsa Emînî protesto bikin lê polîs nehist

PeyamaKurd – Li Tehranê keça Kurd ya bi navê Mahsa Emînî ya 22 salî roja îna borî di îşkenca polîsê Îranê de jiyana xwe ji dest dabû. Li ser bûyerê li gelek welatên dinyayê rêvebir û xelk mijarê protesto kirin. Îro jî li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê li taxa Taksimê grûbekî Îranî xwest kuştina Mahsa Emînî protesto bikin lê polîsê Îstenbolê nehişt. Di grûbê de 2 jinên ku bertekê nîşanî polîs dan hatin binçavkirin.

Di peyde grûb xwest ber bi kolana Îstîqlalê de bimeşe lê car din polîs got ku meş qedexeye û nehişt kes bimeşe. Çalakvanên grûbê bertekê nîşanî astengiyên polîsan dan û gotin:

“Jinên azadiyê dixwazin tên kuştin. Ji bilî azadiyê tiştekî naxwazin. Wê wekî din çi bixwazin? Bi zorê serê wan digrin. Jin dixwazin azad bin. Dixwazin ew biryarê bidin bê serê xwe bigrin an negrin. Xwuşkên me ji bo serê xwe negirtin hatin kuştin.”

Mahsa Emînî ji ber pora wê bi temamî nehatibû girtin, ‘polîsê exlaqê’ yê Tehran a Îranê wê girtibûn binçav û lê îşkence kiribûn. Di pey îşkencê de polîs wê biribûn nexweşxanê û li wê derê jiyana xwe ji dest dabû. Li ser kuştina Emînî dinya nerazîbûna xwe diyar kir û hê jî diyar dike.