Serokê Herêmê li Akrêyê bi rayedarên PDKê re civiya

16 September 2024 15:09 0 dîtin
Serokê Herêmê li Akrêyê bi rayedarên PDKê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi mebesta bi rêxistina PDKê ya nacçeya Akrêyê ya parêzgeha Duhokê re bicive gihîşte Akrê.

Nêçîrvan Barzanî li Akrêyê bi rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berpirsên rêveberiya herêma Akrê re li ser pirsgirêkên navçeyê gotûbêjê kir.

Hate ragihandin ku Serokê Herêmê piştî nîvro hatiye liqa 9an a Akrêyê û bi rayedarên partiyê re hevdîtin pêk aniye.

Piştî civînê, Nêçîrvan Barzanî çû salona konferansê ya Akrêyê û bi endamên PDKê yên li bajêr re civiya.

Îro sêyemîn roja serdana Nêçîrvan Barzanî ya herêma Badînanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê duh û pêr serdana parêzgeha Duhokê û rêveberiya Zaxo kiribû û li van deran ligel berpirsên rêxistina PDKê û rêveberiya xwecihî civînan pêk anîbû.