Efrîn | Çekdaran bi îdiaya ku ne bi rojî ne 3 welatiyên Kurd revand
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên opozîsyonê ve ji sala 2018an ve hatiye dagirkirin, 3 welatiyên din ên ji Efrînê hatin revandin.
Tora Çalakvanên Efrînê ragihandiye ku çekdaran bi behaneya ku ne bi rojî ne, li Efrînê 3 welatiyên Kurd ên bi navên; Mistefa Zekî, Azad Beyrem û Farûq Kerk revandin.
Heman çavkaniyê daye xuyakirin ku ku çekdaran îşkence li wan welatiyan kiriye û piştî ragirtina 3 rojan jî li beramber 200 dolarî ew berdane.
Li aliyê din li Ezazê jî çekdarên bi navê Polîsên Leşkerî welatiyê bi navê Kawa Silêman ê ji Mabatilî ku dixwest vegere Efrînê revandine û ji bo berdana wî jî 10 hezar dolaran ji malbatê dixwazin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin