Li Efrînê çekdaran 52 welatiyên sivîl desteserkirin
PeyamaKurd - Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Efrînê ragihand ku çekdarên opozisyonê di mawayê 2 rojan de 52 welatiyên sivîl girtine.
Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Efrînê diyar kir ku polîsên leşkerî welatiyê bi navê Hemûde Izzet, ku mala wî li ser rêya Efrîn-Reco ye, girt û wan ew bire cihekî ne diyar.
Di heman demê de, 14 welatî ji gundê Edamo yê ser bi nahiyeya Reco girtin û birin cihekî ne diyar.Li gundê Meydan Ikbis jî 11 welatî li ser destê Polîsên Leşkerî yên opozisyonê, hatine girtin, di nav wan de 3 jin hene, navên wan jî hatine ragihandin.
Li gorî navenda navborî, grûpa çekdar a bi navê Sultan Murad li çend gundên Efrînê jî 25 welatiyên sivîl girtine û navên wan jî hatine belgekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin