Çekdaran bijîskek û 5 welatiyên Efrînê revandin
PeyamaKurd - Komên çekdarên ên girêdayî artêşa Tirkiyê, 6 welatiyên Efrînê revandine ku di nava wan de bijîşkek heye û li hember berdana wî daxwaza 3 hezar Dolar kirine.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di berdewamiya bêdengiya Tirkiyê derbarê revandina welatiyên Efrînê de, çekdaran bijîşkekî Kurd ji taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandine.
Da zanîn jî, wê grûpê pêwendî bi hevjîna wî ya koçberî Ewropayê bûye kirine û li hember berdana wî hevjînê wê daxwaza 3 hezar Dolar kirine.
Herwiha SOHRê diyar kir, grûpên çekdar 5 welatî ji gundên Anqele û Senarê yên navçeya Cindirêsê revandine û ber bi cihekî ne diyar ve birine.
Pêştir, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, li Efrîn bêhtir ji 2 hezar welatiyên sivîl ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin û hîna çarenivîsa gelek ji wan ne diyar e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin