Li Efrînê çekdarên bi ser Tirkiye ve 4 welatiyên Efrînê revandin

09 July 2020 10:37 0 dîtin
Li Efrînê çekdarên bi ser Tirkiye ve 4 welatiyên Efrînê revandin

PeyamaKurd - 4 welatiyên Efrînê, bi tohmeta têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser ra heye, ji aliyê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatin revandin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raportekê da belav kir, do 8ê Tîrmehê koma çekdar a bi navê Polîsa Serbazî, 3 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser ra heye, ji gundê Çolaqa revandin û birin navenda Nahiya Mabeta û li hember berdana wan daxwaza pereyan kirin.

Herwiha rêxistinê ragihand, li gundê Hesendêra yê navçeya Şera, çekdarên koma Ehfad bi awayekî hovane li xortê bi navê Selîm Sîdo Hemze dane û pişt ra jî ew xistine girtîgehê.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve, çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve bi hezaran welatiyên sivîl ên Efrînê bi tohmetên cuda revandine û çarenivîsa hejmarek mezin ji wan jî heta niha ne diyar e.