Tirkiyê ji bo çekdaran bisîne Yemenê li Efrînê navendek vekir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Tirkiye, piştî şandina çekdaran bo Libyayê niha jî hewil dide çekdarên kirêkirî yên girêdayî komên bi ser Tirkiyê ve, bişîne nav şerê Yemenê. Li gorî zanyariyan wê çekdarên ku Tirkiye bişîne Yemenê wê li kêleka ‘Tevgera Îslah’ a Îxwanê şer bikin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihandiye ku artêşa Tirkiyê, li bajarê Efrînê yê dagirkirî nivîsgehek ji bo tomarkirina navê çekdarên ku wê bişîne Yemenê vekir.
Rêxistinê daye xuyakirin, ew nivîsgeh li taxa Vêlat li navenda bajarê Efrînê hatiye vekirin û heta niha hejmarek mezin a çekdaran hatine amade kirin bo bişînin Yemenê.
Li gorî amarên Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) Tirkiyê heta niha bi qasî 15 hezar çekdar şandine nav şerê Lîbyayê ji bo li kêleka hikumeta Wîfaqa îxwanî li dijî hêzên General Xelîfe Hefter şer bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin