Ji Nûnerê Yekîtiya Ewropa peyama hilbijartina Nêçîrvan Barzanî...
PeyamaKurd – Nûner û Sefîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) li Iraqê, Ramon Blecua pîrozbahî li serokê nû yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Ramon Blecua li ser hesabê xwe yê twîtterê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got: “Ez pîrozbahiyê li Kak Nêçîrvan dikim ji ber ku wek Serokê Herêma Kurdistanê hatiye hilbijartin. Hilbjiartina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê, di şert û mercên niha de pêngaveka girîng e bo pêkanîna hikûmeta nû ya Kurdistanê.”
Congratulations to Kak Nechervan in his election as President of the Kurdistan region. It is an important step for KRG formation at a critical time for Iraq and the region. It is regretful that intraparty politics have put at risk KDP-PUK agreement when KRI needs consensus. pic.twitter.com/ZxkdspVeJ9
— Ramon Blecua (@EUAmbIraq) May 28, 2019
Nûnerê YEyê Ramon Blecua li ser helwesta YNKê jî got, mixabin siyaseta hundir ya partiyekê rêkeftina PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmetê dixe bin metirsiyê. Di demeke ku Herêma Kurdistanê mihtacî lihevkirinê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin