Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye hisyar kir: Kêmasiyên hilbijartinan sererast bikin!
PeyamaKurd- Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell, piştî bidawîbûna hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriya Tirkiyeyê ku hilbijartina serokomariyê ma gera duyem, hişyarî da rayedarên Tirkiyeyê.
Josep Borrel di daxuyaniyê de got, "Em bang li rayedarên Tirk dikin ku kêmasiyên di hilbijartinên Tirkiyeyê de hatine tespîtkirin, sererast bikin."
Borrell xwest kêmasiyên ku Konseya Ewropa û Rêxistina Hevkariya Ewlehî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) di pêvajoya hilbijartinê ya li Tirkiyeyê de tespît kirine, bên sererastkirin.
Josep Borrell got, "Em tesbît û encamên destpêkê yên Mîsyona Çavdêriya Hilbijartinê ya Navneteweyî ya OSCE û Konseya Ewropayê li ber çavan digirin û bang li rayedarên Tirkiyeyê dikin ku kêmasiyên hatine tespîtkirin çareser bikin.
Yekîtiya Ewropayê, herî zêde girîngiyê dide hewcedariya hilbijartinên zelal, tevhev û pêbawer a di hawîrdora şert û mercên wekhev de."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin