Yekîtiya Ewropayê, dorpêça li ser Tirkiyeyê dirêj kir!

09 November 2022 16:30 0 dîtin
Yekîtiya Ewropayê, dorpêça li ser Tirkiyeyê dirêj kir!

PeyamaKurd- Di malpera înternetê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) de hat ragihandin ku dorpêçên ku li ser çalakiyên sondajê yên deryayî li ser Tirkiyeyê hatibûn danîn, ji bo salekê hatine dirêjkirin.

Di banga ku di malperê de hat kirin de hat diyarkirin ku ji ber çalakiyên sondajê yên Tirkiyeyê li Deryaya Spî kiribûn, dorpêçên heyî heta 12ê Mijdara 2023yan hatine dirêjkirin.

Di hûrgiliyên bangê de tê diyarkirin ku ji ber di wextê de ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî bê destûr di deryayê de li lêgerîna petrolê hatiye kirin, ev dorpêç hatine danîn.

Her wiha hat diyarkirin ku di çarçoveya van dorpêçan de li ser kes an jî saziyên ku di wê mijarê de berpirsiyar in, dorpêç û bergir hatine danîn.