Yekîtiya Ewropayê pakêta nû ya dorpêçan eskere kir: Ji bilî Rûsya Îran jî...
PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, pakêta 10emîn a sepandina dorpêçên ser Rûsyayê bi sedema şerê Ukraynayê eşkere kir.
Von der Leyen, li bajarê Strazburg ê Fransayê li civîna Parlamentoya Ewropayê derbarê şerê Rûsya-Ukrayna de axivî û pakêta nû ya dorpêçan eşkere kir.
Leyen herwiha pêşniyar kir ku sazî û kompaniyên Îranî yên piştevaniya Rûsyayê dikin jî bikevin ber dorpêçan.
Seroka Komîsyona Ewropayê, da xuyakirin ku bi rêya tedbîr û dorpêçên curbecur wan hêza şer a Rûsyayê lawaz kiriye û di pakêta 10emîn de jî dorpêçên wekî qedexeyên bazirganî, hinardeya teknolojîyê cî digire.
Von der Leyen herwiha got, "Aboriya Rûsyayê bi pakêta 9an a dorpêçan re her dike lawaztir dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin