Nûnera Yekîtiya Ewropa: Besdariya hilbijartinan ne di asta pêwîst de bû
PeyamaKurd - Komîsera Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo Çavdêriya Proseya Hilbijartinên Iraqê Viola Von Cramon derbarê proseya dengdanê ya Iraqê de daxuyanî da û got, “Tiştê ku me dît, asta beşdariya welatiyan di proseyê de ku di demjimêrên destpêkê de gelek sist bû û di asta pêwîst de nebû.”
Viola Von Cramon ragihand kêşeyên teknîkî yên ku derketin holê, gelek mezin nebûn û li welatên pêşketî jî kêşeyên bi vî rengî rûdidin.
Viola Von Cramon diyar kir: “Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hemû pêwîstiyên lojîstîk ji bo proseyê dabîn kiribû, ji aliyê amadekariyan ve prose weke proseya ku li welatên pêşketî amadekarî tê kirin, hatibû kirin.”
Cramon destnîşan kir ku kêşeya jikarketina amûrên dengdanê di demjimêrên destpêkê yên proseyê de, bilez hatin çareserkirin û ti kêşe li ber iraqiyan tune bû ku dengê xwe bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin