Yekîtiya Ewropa û Iraqê rêkeftinek ji bo çavdêriya hilbijartinan îmze kirin

09 August 2021 13:00 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa û Iraqê rêkeftinek ji bo çavdêriya hilbijartinan îmze kirin

PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropa, di çarçoveya rêkeftina ji bo alîkarîkirina Iraqê di proseya hilbijartinan de, çavdêrên hilbijartinan dişîne Iraqê.

Li ser bingeha vê rêkeftinê, Yekîtiya Ewropa herwiha dê alîkariya Iraqê bike, da ku proseya hilbijartinan bi serketî birêve biçe.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth di twîttekê de diyar kiriye, roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021an, wî li gel Alîkarê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Nizar Xeyrullah û Serokê Encûmena Komîsyaran Dadwer Celîl Ednan Xelef, rêkeftinek îmze kiriye.

Martîn Huth dide zanîn: “Li ser bingeha vê rêkeftinê, Yekîtiya Ewropa dê tîmeke çavdêran bişîne Iraqê daku di hilbijartinên roja 10ê Cotmeha îsal de wek çavdêr beşdar bin û bi vî awayî alîkar bin di serxistina proseyê de.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Hikûmeta Iraqê destnişan dike, hilbijartina pêşwext a Parlamentoyê dê di dema xwe ya diyarkirî de, wate di 10ê Cotmehê de bê lidarxistin.