Yekîtiya Ewropa yekem car tîma çavdêriya hilbijartinê disîne Iraqê

16 September 2021 15:25 0 dîtin
Yekîtiya Ewropa yekem car tîma çavdêriya hilbijartinê disîne Iraqê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Yekîtiya Ewropa (YE) ji bo cara yekem bi fermî tîmeke ji bo çavdêrîkirina hilbijartinan dişîne Iraqê.

Nûnera Yekîtiya Ewropa ji bo çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê Viola von Cramon di civîneke rojnamevanî de ragihand, “Ji bo cara yekem e Yekîtiya Ewropa tîmeke çavdêrîkirina hilbijartinan bi fermî dişîne Iraqê.”

Cramon got: “Em ê nirxandineke bêalî li ser proseya hilbijartinan bikin û bi ti awayî destêwerdanê di karûbarên hilbijartinan de nakin. Tekez dikim, ji me re girîng e hilbijartin bi awayekî aram û pak birêve biçe û ji her tundûtûjiyekê dûr be.”

Nûnera Yekîtiya Ewropa ya çavdêrîkirina hilbijartinên Iraqê destnîşan kir, ew li ser daxwaza hikûmeta Iraqê hatine çavdêriya hilbijartinan bikin û niha 20 çavdêrên wan dest bi kar dikin.

Cramon diyar kir, çavdêrên wan guftûgoyan bi hemû aliyên pêwendîdar ên hilbijartinê dikin û tekez kir ku ew bêalî dimînin û destêwerdanê di karûbarên hilbijartinan de nakin.