Yekîtiya Ewropa yekem car ji bo êrîseke nukleerî gef li Pûtîn xwar: Wê bê îmha kirin!
PeyamaKurd – Ji destpêka şerê Ukraynayê ve ku Serokê Rûsya ev çend car in gefa bikaranîna çekên nukleerî li dijî Ukraynayê dixwe, cara yekem berpirsekî Yekîtiya Ewropayê (YE) bersiva îhtimala bikaranîna çekên nukleerî da.
Berpirsê Bilind ê Pêwendiyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YEyê Josep Borrell, li bajarê Brugge yê Belçîkayê di vekirina Akademîya Dîplomasiyê ya Yekîtiya Ewropayê de daxuyanîyên girîng dan.
Borell li ser îhtimala êrîşên bi çekên nukleerî ji aliyê Rûsyayê ve got: "Pûtîn blofkirinê nade ber çavan. Herwiha piştevanên Ukraynayê YE, welatên Yekîtiya Ewropayê, Amerîka û NATO jî blof nakin. Wê bersiva her êrîşeke nukleerî ya ser Ukraynayê hebe. Wê ev ne bersiveke nukleerî be, lê wê bersiveke ku artêşa Rûsyayê îmha bike be. Nabe ku Pûtîn blof dike!”
Herwiha Borell kêfxweşiya xwe ya bo derxistina biryara şermezarkirina Rûsyayê bo îlhaka herêmên Ukraynayê ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve anî ziman û da zanîn, 143 welatan bi dengê xwe piştevanî dane wê biryarê û tenê 20 welat bêalî mane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin