Berpirsê Yekîtiya Ewropa pesnê Duhokê da: Di derbirina azadiya ramanê de yekemîn e!
PeyamaKurd - Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) li Hewlêrê Vincent-Guillaume Poupeau di bi Parêzgarê Duhokê Elî Teter re hevdîtinek pêk anî.
Nûnerê YE ragihand, Parêzgeha Duhokê, li ser asta Iraq û Herêma Kurdistanê, parêzgeha herî baş e di warê azadiya derbirîna ramanê de.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Parêzgeha Duhokê ragihand, Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê Vincent-Guillaume Poupeau serdana parêzgarê Duhokê kiriye û guftûgo derbarê aloziyên li ser sînorê wê parêzgehê rû didin kiriye ku bi sedema şerê PKKê û Tirkiyê, hejmareke mezin ji gundan vala bûne.
Di civînê de behsa rewşa koçber û penaberên ku ji ber şerê li dijî DAIŞê berê xwe dane parêzgeha Duhokê kirine hatiye kirin û hat gotin, Duhok li ser asta Iraq û Kurdistanê pêşwazî li hejmareke mezin a koçberan kiriye.
Parêzgarê Duhokê jî spasiya Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Yekîtiya Ewropa li Hewlêrê kir, ji bo ku ew bi berdewam hevkariyên Yekîtiya Ewropa digihîne koçber û penaberan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin