Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropa spasiya Kurdistanê kir

15 December 2019 22:31 0 dîtin
Berpirsê Nivîsgeha Yekîtiya Ewropa spasiya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa (YE) li Herêma Kurdistanê, Vincent Guillaume Pouqeau re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê bi Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê, Vincent Guillaume Poupeau re hevdîtinek pêk anî û rewşa Herêma Kurdistanê, guftugoyên di navbera aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna hevpeymaniya firaksiyonên Kurdistanî li Bexdayê û guftugoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.

Berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê, spasiyên xwe pêşkêş kirin bi sedema hêsankarî û hevkariya Herêma Kurdistanê bo karûbaran û girîngîpêdana Herêma Kurdistanê bi rewşa koçber û penaberan taybet jî wan penaberên ku ji ber dawîn şer û êrîşên li Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê .

Pouqeau, herwiha da zanîn ku dê hemahengiya di navbera Yekitiya Ewropa û Herêma Kurdistanê de, di warê hevkarî û alîkariya ji bo koçberan de berdewam bike.

Herwiha di civînê de, nirxandin li ser rûdanên li navçeyê bi giştî û xwepêşandanên li Iraqê bi taybet hatiye kirin û herwiha rewşa navçeyên nakok û deşta Neynowa jî mijarên wê civînê bûn.