Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo pistevaniya wan spasiya welatên Yekîtiya Ewropayê dikin
PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell piştî hevdîtina li paytext Hewlêrê derketin pêşberî rojnamevanan. Josep Borrell di civîna rojnamevanî de eşkere kir, ew ji bo nîşandana piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê hatiye û ji bo pêşxistina pêwendiyên her du aliyan, binkeyeke din a şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê tê vekirin.
Di civîna hevbeş a rojnamevanî de, Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ew serdana şanda bilind a YEyê nirxand û ragihand: “Ev serdana brêz Josep Borell em bilind dinirxînin, ku di demeke girîng de pêk hat û nîşaneya pêbendiya YEyê ye li hember Iraq û herêma Kurdistanê.”
Barzanî diyar kir: “Li ser hin pirsên asayîş û seqamgirî, pêwendiyên YEyê û Iraqê, pêwendî û pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, şerê dijî DAIŞê û gefên hene, hilbijartina dema pêş a Iraqê û girîngiya beşdariya tîmên YEyê bo çavdêriyê, rewşa navçeyê, pirsa koç û çend mijarên din ên hevbeş me guftûgo kirin.”
Serokê herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Em spasiya welatên YEyê dikin ji ber piştevaniya wan a ji bo Iraq û herêma Kurdistanê ya di şerê dijî DAIŞê de. Herwiha ji bo alîkariyên wan ên mirovî. YE bi rêya bernameyên pêşxistinê li ser gelek astên cuda bi awayekî berçav ji bo pêşxistina şiyanên mirovî alîkariya me kirine.”
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser: “Guhertina bahewa bandorê li ser hemû erdê cîhanê dike û em jî derveyî wê bandorê nînin. Her diçe ronîtir dibe ku ew guhertin ji bo asayîş û pêşkeftina Iraqê metirsiye.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Em kêfxweşin ku sê parêzgehên herêma Kurdistanê di peymana parêzgerên Ewropa de endam in, ji ber piştevaniya Ewropa, plana xwe guncawkirin li gel bahewa û wuze pêş xistiye.”
Serokê herêma Kurdistanê da zanîn: “Em YEyê teşfîq dikin ku berdewam be di piştevan û alîkariya hewldanên Iraq û herêma Kurdistanê de ji bo pêşxistina aliyên ku bahewayê têk didin û guhertinê çêdikin. Em daxwaz jî dikin bo bihêzkirina saziyeke dewletê, çaksazî, berqerariya yasa, peyreweke dirust, şiyanên jinan û ciwanan, alîkarî di warên akademîk û zanko û pêşdebirina hemû aliyên bandorê li darayî û karûbarên dadwerî de piştevaniya me bikin.”
Barzanî daxwaz kir, Yekitiya Ewropa alîkar be heta herêma Kurdistanê ji hemû aliyan ve rêkeftinên ligel Iraq û YEyê de sûdmend be.
Nêçîrvan Barzanîdi dawiyê de got: “Birêz Borrell ez dixwazim careke din pêbendiya me ya bi pêşxistin û nirxên me yên hevbeş, demokrasî, azadiya raman, rêzgirtina li mafên mirov, pêkvejiyana aştiyane û azadiya olî û parastina pêkhateyan dubare bikim.”
Berpirsê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, li ser van peyamên Nêçîrvan Barzanî di civîna rojnamevanî de eşkere kir, ew ji bo nîşandana piştevaniya Yekîtiya Ewropayê bo Herêma Kurdistanê hatiye û ji bo pêşxistina pêwendiyên her du aliyan, binkeyeke din a şêwirmendiyê ya Yekîtiya Ewropayê li Hewlêrê tê vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin