Mesrûr Barzanî ji bo pêsvebirina pêwendiyan spasiya Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir

01 August 2021 16:45 0 dîtin
Mesrûr Barzanî ji bo pêsvebirina pêwendiyan spasiya Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 1ê Tebaxê pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Martin Huth kir ku bi boneya bidawîhatina erkê xwe serdana Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Yekîtiya Ewropayê kir ji bo hewlên wî yên pêşvebirina pêwendiyên Yekîtiya Ewropa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêviya serkeftinê jê re xwast di erkê wî yê dahatî de.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê ji bilî derbirîna spasî û pêzanîna xwe ji bo asankarî û hevahengiya dezgehên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Balyozxaneya Yekîtiya Ewropayê, tekezî li berdewambûna piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û amadekariyên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, mijareke din a hevdîtinê bû.