Seroka Sanda Yekîtiya Ewropa: Hilbijartinên Iraqê ji aliyê teknîkî ve bas derbas bûn
PeyamaKurd - Seroka Şandeya Yekîtiya Ewropa ya Çavdêrîkirina Hilbijartinên Iraqê Viola Von Cramon di civîneke rojnamevanî ya li Bexdayê de got, proseya hilbijartinan ji aliyê teknîkî ve, bi awayekî baş derbas bû.
Viola Von Cramon, rapora nirxandinê ya tîma çavdêrên Yekîtiya Ewropa pêşkêş kir û diyar kir, heyama bangeşeya hilbijartinan bi awayekî aram derbas bû û hin binpêkirinên biçûk di proseyê de rû dan.
Cramon got, dengdêrê Iraqî dengê xwe bi azadî dane, tîmê çavdêran di proseya hilbijartinê de binpêkirinên mezin nedîtine.
Seroka Şanda YEyê da zanîn, piştî amadekirina raporekê li ser proseya hilbijartinan û radestkirina wê ji rayedarên pêwendîdar re, dê erkê tîma çavdêriyê bi dawî bibe.
Camon destnîşan kir, tevî hebûna têbîniyên aliyên siyasî li ser encaman û asta kêm a beşdariya di proseya dengdanê de, proseya hilbijartinê bi awayekî baş derbas bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin