Serok Barzanî bi sanda Yekîtiya Ewropayê re civiya: Nûnertiya Herdemî tê vekirin

07 September 2022 19:06 0 dîtin
Serok Barzanî bi sanda Yekîtiya Ewropayê re civiya: Nûnertiya Herdemî tê vekirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 7ê Îlona 2022yan pêşwazî li balyozê Yekîtiya Ewropayê (YE) Ville Varjola û şanda pê rekir.

Baregeha Barzanî piştî civînê ragihand, Balyozê Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinê de daye zanîn, Yekîtiya Ewropa bi girîngî li Herêma Kurdistanê dinêre û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aramiya Iraq û navçeyê bilind dinirxîne.

Balyozê YEyê Ville Varjola got ku Yekîtiya Ewropayê biryar daye Nûnerayetiya xwe berfirehtir bike û Nûnerayetiyeke herdemî li Herêma Kurdistanê damezrîne.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeya siyasî ya nav proseya siyasî ya Iraqê hat guftûgo kirin û Balyozê Yekîtiya Ewropa destûra Iraqê û diyalog wekî bingeha çareseriya kêşeyan destnîşan kir.

Ville Varjola, pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya ji bo hevdu nêzîkkirina aliyên Iraqiyan anîn ziman û piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihand.

Serok Barzanî di hevdîtinê de, xweşhaliya xwe ji bo biryara Yekîtiya Ewropa ya ji bo vekirina Nûnerayetiya herdemî ya Yekîtiya Ewropa li Herêma Kurdistanê nîşan da û li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî got, Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze hilbijartinên Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de bêne encamdan û daxwaz kir, civaka navdewletî ji bo alîkarî û çavdêrîya hilbijartinên Herêma Kurdistanê rola xwe bicih bîne.

Li ser qeyrana siyasî ya Iraqê jî Serok Barzanî da zanîn, sedema ji hev veqetîn û qeyrana siyasî ya Iraqê ew e ku tevnegerîna li gorî destûrê ye û her hikûmeta ku li paşeroja Iraqê bê pêkanîn divê li ser bingeha bernameyeke berfireh û bihêz û parastina mafên Herêma Kurdistanê û berçavgirtina prensîbên şirîkatî, hevsengî, sazan û di çarçoveya destûr û diyalogê de kar bike.