Rûsyayê Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Borrell bi "bêaqilî" tawanbar kir
PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Zaxarova Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê Borrell bi "bêaqilî" tawanbar kir.
Zaharovayê Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê YEyê Josep Borrell ji ber daxuyaniya wê ya der barê beşdarbûna Tirkiyeyê ya di mueyîdeyên Yekîtiya Ewropayê (YE) yên li dijî Rûsyayê da rexne kir û got, ew xwedî ramaneke mantiqî ne.
Zaharova bersiv da pirsa ku ew gotinên Josep Borrell yên li ser "Tirkiye jî wek welatên endamên YEyê li hemberî Rûsyayê mueyîdeyên li dijî Rûsyayê bi cih tîne" çawa dinirxîne.
Zaharova bi îdiaya ku di daxuyaniyên Borrell de "ramaneke aqilane" tune ye diyar kir, ji ber têkiliya Tirkiyeyê ya bi rêveberiya Moskovayê re ew hedef hatiye girtin.
Wî her wiha got, YE fişarê li Tirkiyê dike ku tev li cezayên ku li ser Rûsyayê hatine sepandin bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin