‘Qutkirina mûçeyên ne yasayî serkeftineke girîng e’

05 January 2021 18:33 0 dîtin
‘Qutkirina mûçeyên ne yasayî serkeftineke girîng e’

PeyamaKurd – Endama Parlementoya Kurdistanê Gulîzar Reşîd, li ser birîna mûçeyê kesên bi awayê ne yasayî du sê mûçe werdigirtin ragihand ku qutkirina mûçeyên ne yasayî karekî gelekî baş û serkeftineke girîng e.

Gulîzar Reşîd ji BasNewsê re gotiye, “Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya çaksaziyê de mûçeyê zêdetirî 10 hezar kesên ku bi rengekî ne qanûnî mûçe werdigirtin, birrî. Ev karê hikûmetê destkeftek girîng e, çimkî dibe sebeba wê ku ew diravê ku bo mûçeyê wan kesan diçû, vegere xezîneya giştî. Ev jî bi sûda xelkê ye.”

Parlamentera Kurd da zanîn, helbet birîna mûçeyê wan kesan ne yekem pêngava çaksaziyê ye ne jî dê bibe pêngava dawî. Çimkî dê çaksazî bidome û di hemû sektor û waran de jî dê were kirin.

Reşîd bang li aliyên siyasî û xelkê Kurdistanê jî kir ku alîkariya hikûmetê bikin di çaksaziyê de.