Ji Nêçîrvan Barzanî daxuyaniyên girîng derbarê qutkirina mûçeyên Herêma Kurdistanê de...
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê bertek nîşanî pesendkirina yasaya deynan û qutkirina mûçeyên Kurdistanê di wê yasayê de da û got, Parlamena Iraqê bêyî dengên Kurd ew yasa wek amûreke ji bo sizakirina gelê Kurd pesend kiriye.
Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de piştî civîna her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ragihand, “Serokatiyên Herêma Kurdistanê tekezî kirin, em gelek ji wê yasaya ku ji alîyê Encûmena Nûnerên Iraqê ve der çûye, dilgiran in. Ji ber ku wek sizadana mûçexwir û karmendên Herêma Kurdistanê ye û em ji vê pêşhatê, bi pêşhateke metirsîdar li Iraqê bi nav dikin.”
Nêçîrvan Barzanî got, “Ew karê hatiye kirin, berevajî hemû wan prensîpên ku me di sala 2003 de Iraqê li ser ava kiriye û berevajî şirîkatiyê ye. Pirsgirêkên Iraqê bi vê yekê çareser nabe, ji ber ku îro alîyek û hinek alîyên nava Parlemana Iraqê xwedî hêz in û dikarin yasayekê bisepînin. Nizanim ew çawa pêşbîniyê dikin ku serkeftî bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir, “Niha eşkere bûye ku mezintirîn şikestin anîne, ji ber ku beşeke girîng a pêkhateyên Iraqê li Herêma Kurdistanê bêpar kirine, ev jî şaş e. Gelek hêzên siyasî yên Iraqê ji wê dilgiran in û ti awayekî ew ji wan re ne destkeftek e. Belkû ev mezintirîn şikestin e ji bo îdarekirina welatekî ku jê re tê gotin Iraq.”
Nêçîrvan Barzanî di berdewamê de tekez kir, “Heger wan mafê birîna mûçe û mafên gelê Kurdistanê dane xwe û bi wî zimanê tund ew yasaya nivîsîne, çawa dikarin daxwaz bikin ku gelê Kurdistanê xwe weke beşekê ji Iraqê bibînin!”
Barzanî got: “Herêma Kurdistanê bi ti awayî ji berpirsatiya xwe nereviye û amade ye li hember Iraqê erkên xwe bicih bike. Pirs ew e, aya ew yasa li ser wê yekê derçûye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosya neftê rênekeftiye? Na, bi ti awayekî ew ne rast e. Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokwezîr û Cîgirê Serokwezîr ve û min jî ragihandiye, bi hemû awayekî ji bo rêkeftinê amade ne. Hikûmeta Federal li Bexdayê ligel Herêma Kurdistanê rêkeftiye ku ew 320 milyar Dînar bidin ku ew beşeke kêm a destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê ye. Lê em razî bûn ku heta dawiya salê berdewam be û di dawiya salê de li ser yasaya nû ya budceya 2021an a Iraqê rêkeftinê dikin.”
Serokê Herêma kurdistanê diyar kir: “Ewa ku çêbûye suprîzeke gelekî mezin bû. Em ê di rûniştina Perlemanê de hemû rastiyan ji xelkê kurdistanê û Iraqê re bibêjin, ka em çawa dikarin vê dosyayê bi Baxdayê re rêbikevin ku hemû jî hatine nivîsandin, data û hejmare heye.”
Nêçîrvan Barzanî got, "Peyama min ji bo hêzên siyasî yên Îraqê ew e ku Herêma Kurdistanê amade ye li gel Bexdayê di warê petrolê û tevahiya mijarên din de rêkeftinekê pêk bîne, ji ber ku pirsgirêk ne tenê petrol e, lê belê kêşe gelekî cidî ne li Iraqê. Bêyî çareserkirina wan kêşeyan ne mimkûn e Iraq bikare aramiya xwe biparêze."
Nêçîrvan Barzanî di dawiyê de destnîşan kir: “Di vê çarçêveyê de weke Serokê Herêmê daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî dikim ku rola xwe bibînin. Ji ber ku em dikarin çareyekê ji pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê re bibînin. Ez dixwazim bibêjim: Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek erk li pêşiya wê ye, ew jî dabînkirina mûçeya karmendan e. Pêzanîna me ya mezin ji bo mûçexur û karmendên Herêma Kurdistanê ye ku têdigihin, ev pirsgirêkê heye û li ber xwe dane. Em ji we re piştrast dikin ku di Hikûmet, Perleman û Serokatiya Herêmê de karê me yê yekem, duyen û sêyem û karê me yê pêşîne ew e, pirsgirêka mûçeyê çareser bikin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin