Serok Barzanî: Dewletan zilm li me kir û zilma xwe wekî cîbicîkirina yasayan nîsan da

12 May 2023 15:30 0 dîtin
Serok Barzanî: Dewletan zilm li me kir û zilma xwe wekî cîbicîkirina yasayan nîsan da

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, di roja duyem a merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de axivî.

Serok Barzanî, di roja duyem a merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî de jî axivî û li ser armanca dirustkirina muzexaneyê got ku

“Ev yadgeh ji bo wê yekê hat damezirandin ku dîroka tijî serwerî, bimîne û wenda nebe. Lewra hinek caran mirov wisa difikire ku tiştê tu dizanî, kesên li hemberî te jî dizanin, pêwîst nake behs bikî. Lê dema tu lê dinihêrî, ev xelet e. Gelek tişt hene ku xelk nizane û yek ji wan jî Rêbaza Barzanê yan jî Tevgera Rizgarîxwaz ku li Barzanê dest pê kiribû.

Ez hêvî dikim ku bi rêya vê yadgehê, nifşên siberojê heta astekê ji dîroka tijî serwerî ya miletê xwe fêm bikin. Dîrok û xebata gelê me, gelek hatiye têkdan. Wan dewletên ku zilmeke mezin li me kir, her dem wisa dane nîşandan ku yasayan cîbicî dikin û em jî rêgir û xelkekî li dijî yasayan in.

Lê berovajî bû. Wan zilm li me kiriye, miletê me jî berevaniya xwe kiriye. Loma niha di arşîva gelek ji wan dewletan de belgenameyên nû bi dest dikevin ku wan di raportên xwe de rastiyên xwe gotine ku çawa û çi hatine kirin.”