Serok Barzanî: Raperînê îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê vemirîne
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera destpêkirina Raperîna 5ê Adara 1991ê ya Gelê Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir. Serok Barzanî got: “Raperînê ew rastî ji dost û dijminan re îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne.”
Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman: “Bi helkefta 32 saliya raperîna mezin a gelê Kurdistanê, pîrozbahiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman, hemû têkoşer, azadîxwaz, welatparêz û hemû gelê Kurdistanê dikim.”
Serok Barzanî diyar kir, “Raperîn, bi saya îradeya azadiya gelê Kurdistanê, qehremaniya Pêşmerge, plansazkirin û yekrêziya partiyên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê pêk hat. Raperînê ew rastî ji dost û dijminan re îspat kir ku zilm û tirs ti carî nikare vîna azadiyê di dilê gelê Kurdistanê de vemirîne. Raperîn nirx û armancên bilind hilgirt, ji bo gelê Kurdistanê azad bibe û jiyaneke wan a serbilind li welatê xwe hebe.”
Serok Barzanê di dawiya peyama xwe de got: “Di bîranîna raperînê de, bi hezaran silav ji bo şehîdên raperînê û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û em tekeziyê li ser wê yekê dikin ku qewareya Herêma Kurdistanê ku yek ji berhemên raperîna gelê Kurdistanê ye, destkefteke dîrokî û giranbuha ya gelê Kurdistanê ye. Divê ev destkeftî bê parastin û bihêzkirin û bi ti carî nabe kar ji bo lawazkirin û nehîştina nirx û armancên ku gelê Kurdistanê ji bo wan serî hildaye, bê kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin