‘Serokwezîr Barzanî îspat kir ku xemxûr û parêzerê rasteqîn ê mafê pêkhateyan e’
PeyamaKurd - Endama Parlamentoya Kurdistanê ya ji pêkhateya Tirkmen Sara Dilşad, li ser çar salên xebata Kabîneya Nehem a Kurdistanê got, “Rêzdar Mesrûr Barzanî û kabîneya wî, li ser mafên pêkhateyan rijd bûn. Di dema kar kirina çar salên borî de, bi kiryar îspat kir ku xemxûr û parêzerê rasteqîn ê mafê pêkhateyan e.”
Sara Dilşad da bi bîr xist, di çar salên borî de Kurdistanê ligel gelek krîzên wek belavbûna vîrusa korona, daketina nirxê neftê, kêmbûna dahatan bi hewl û hîmeta birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ew asteng derbas kirine.
Parlamentera Tirkmen got: “Li gel wan hemû krîzan jî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî gelek projeyên girîng ên di warên cuda de bicih bike û bingeheke bihêz ji bo Herêma Kurdistanê darijîne.”
Sara Dilşad diyar kir, “Bi destê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, projeyên çandiniyê hatin pêşxistin û rêyên girîng hatin çêkirin û nûjen kirin. Gelek rêyên giring bi standartên navnetewî hatin çêkirin. Herwaha giringîdana bi dewlemendiya av û komkirina avê ya ji bo rêgirîkirina bandorên guhertina keşûhewa û hişkesalî, herwiha projeya girîng a pîşesazî û çandiniyê yên stratejîk hatin bicih kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin