Serok Barzanî pêswaziya parêzerên Iraqî kir

04 February 2024 22:37 0 dîtin
Serok Barzanî pêswaziya parêzerên Iraqî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgira Serokê Parêzerên Iraqê Ehlam Ellamî û şandeya pê re kir.

Di hevdîtina Serok Barzanî û Ehlam Ellamî û şandeya parêzerên Iraqê de, pirsgirêkên yasayî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û pirsgirêkên giştî yên dadwerî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di dîdarê de her wiha li ser pirsgirêkên siyasî û leşkerî yên ku Iraq pê re rûbirû maye jî herdû aliyan danûstandina bîr û ramanan kirin.

Aliyan herwiha tekeziyê li pêwîstiya karûbarên dewletê yên li ser esasê serweriya yasa û serxwebûna dadweriyê kirin.

Di beşeke din a civînê de ji bo têgihîştina çareserkirina pirsgirêkan, hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê hate destnîşankirin.